Komisyar ê Yekêtî ya Ewrûpaya stayîş a Herêm a Kurdistanê dike
Komisyar ê Yekêtî ya Ewrûpayê bo karûbar ên mirovî, Kirîstos Stîlîyadêz ragehand, ku Ew hatiye Kurdistanê dakû supasî ya gel û hikumet a Herêm a Kurdistanê bike li beranber wê pêşwazî ya nirovê li hijmarek a mezin a koçber û penaberan.
K24- Hewlêr

Got jî: Yekîtî ya Ewrûpayî û Komisyûn a yekêtîyê harîkarî û bi pêrveçûn a koçber û penaberan ji alî yê hikumet a Herêm a Kurdistanê ve bilind dinirxîne.
Ev axivtin ên navhatî di kongireyek a rojnamevanî de hat ku evro nîvro li gel berpirs ê fermangeh a peywendê yên derve yê hikumet a Herêm a Kurdisatnê encam dan.
Li bernaber , Felah Mistefa Berpirs ê peywendê yên derve yê Herêm a Kurdistanê ragehand: Heya niha yek Milyon û 600 hezar penaber û koçber li Herêm a Kurdistanê hatîne penadan û renge 500 ên din jî ber bi Kurdistanê ve bihên.
Got jî: Hikumet a Herêm a Kurdistanê pêdivî bi harîkarî ya nêvdewletî heye daku bikare pêdivî yên jîyanê bo wan hijmar a mezin a koçber û oenaberan dabîn bike.