Li Minbicê 25kes ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatin kuştin
Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina Minbicê destpê kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di encama operasyonekê de li gundê El-Xendûra ser bi bajarokê Minbicê 25 kes hatin kuştin di nav wan de 7 zarok hene.
Derbarê vê yekê Peyamnêrê K24ê li bajarokê Minbicê ragehand ku firokeyên Hevpeymaniya Navedewletî di operasyonekê de li gundê El-Xendûre ser bi bajarokê Minbicê 25 kes hatin kuştin di nav wan de 7 zarok hene.
Herwiha da zanîn ku heta niha 13e terim di bin avahiyên hilweşiyayî de hatine dîtin
Peyamnên K24ê da zanîn ku şervanên Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî karîn 900 kesî ji taxên El-Kiclî û El-Rabita ji destê DAIŞê rizgarbikin.
Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina Minbicê destpê kir.