Rêveberiya Xweser 12e şehîdên teqîna Qamişlo binaxkirin
Li goristana bajêr hatin veşartin.
K24-Qamişlo
Saziyên girêdayî bi Rêveberiya Xweser 12e şehîdên teqînên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê binaxkirin.
Li gor peyamnêrî K24ê li bajarê Qamişlo îro hejmarek ji alîgirên Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) merasîma cenazeya 12e kes ku di teqînên Qamişlo de şehîd bûbû bi rêve birin û li gorîstana bajêr biaxê hatin spartin.
Çarşema borî du teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejand, di encam de 51 kes şehîdbûn û 177 kesên din jî birîndarbûn.Li tevahiya bajêr jî şîn hatiye girêdan.