Berekat:Me 5 otombîlên bombekirî girtine

"Lêkolîn derbarê teqînên Qamişlo berdewam in."

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Navxweyî li Kantona Cizîrê Kinan Berekat ragehan ku di çend rojên borî de wan 5 otombîlên bombekirî girtine.

Derbarê vê babetê Serokê Desteya Navxweyî li Kantona Cizîrê Kinan Berekat ji K24ê re wiha got:"Lêkolîn derbarê teqînên Qamişlo berdewam in, Eger endamên Asayîşê li ser xalên pişkinînê xemsarî kiribin ewê werin sizakirin."

Berekat da zanîn ku wan di çend rojên borî de wan 5 otombîlên bombekirî girtine.

Çarşema borî du teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejand, di encam de 51 kes şehîdbûn û 177 kesên din jî birîndarbûn.Li tevahiya bajêr jî şîn hatiye girêdan.