Kêrbî: Harîkarî bi rê ya Netewe yên Hevgirtî dibe neku Bexdayê
Emerîkayê tekez kir ku ew pere yê bo harîkarîkirin a Îraqê hatîye komkirin bi rêya rêkxistî ya ser bi Netewe yên Hvegirtî dê bihê dabeşkirin.
K24- Hewlêr
Emerîkayê tekez kir ku ew pere yê bo harîkarîkirin a Îraqê hatîye komkirin bi rêya rêkxistî ya ser bi Netewe yên Hvegirtî dê bihê dabeşkirin.
Con Kêrbî, Gotebêj ê wezaret a derve ya Emerêkayê, li bersiv a pirsyaekê, sebaret bi wêyekê ka pişkek ji wê pereyê dê bibigehe Herêm a Kurdistanê, xuya kir û got: li beyanname ya dawî ya konfirans a komkirin a harîkarîyan bo Îraqê, behs a wê hatîye kirin ku ew pere bi rê ya Bexdayê nahê dabeûkirin; belkû bi rêkxistî yên ser bi Netewe yên Hevgirtî dê bihê dabeşkirin bo karûbar ên mirovî bo penaber û koçberan li Îraqê û ew li gor pêdivî yên cih dê dabeş biokin.
Kêrbê tekez jî kir ku wan bawerrîyek a mkukim bi Netewe yên Hevgirtî hene ku bi dadprewerane ewê pereyê dabeş bikin.