Yûsif Mehemed waz ji post a xwe dihîne

Yusif Mehemd diragehîne ku amadeye destberdar ê posta serok ê perleman a Kurditsanê bibe , heke wazhînan a wî çareser ê arîşe yên Herêm a Kurdistanê bike.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e51eb67b-54b4-46e6-a607-ba006740a0d3/yosef%20mhammad.ism/manifest

K24- Silêmanî

Yusif Mehemd diragehîne ku amadeye destberdar ê posta serok ê perleman a Kurditsanê bibe , heke wazhînan  a wî çareser ê arîşe yên Herêm a Kurdistanê bike.

Yusif Mehemed ku li 12 Çirî ya Yekê/2015 ve bi eger a hilweşandin  rêkkevtin a sîyasî ya di navber a Pratî ya Dîmukratî ya Kurdistanê û Bizav a Gorranê li post a wî hat dûrxistin, evro jî bi mêdyayan ragehand: Amadeye dest ji post a xwe berde heke wazhînan a wî bibe eger a çareserkirin a arîşe yên Herêmê.

Yusif Mehemed ku post a wî wek yek ji arîşe yên karakirin a perleman a Kurdistanê dixistin berçavan, got, wî nerazî nîye ku post a wî bihê dan bi Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê  û amadeye destberdar ê wî postê bibe.

Piştî ku Pratî ya Dîmukratî ya Kurdistanê, rêkkevtin a xwe li gel Bizav a Gorranê bo pêkhînan a kabîne ya 8 ya hikumet a Herêm a Kurdistanê û dabeşûkirin a post ên perleman û hikumetê hilweşandî, ji wê demê ve jî heya niha post a serok ê perleman a Kurdistanê bi valahî vemaye û wek yek ji arîşe yên  di navber a herdû alîyan dihê hijmartin  bo karakirin a perlemanê.