Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdarim serketina kongireya Hewe bibe sedemeka din ji bo yekrêziya aliyên Kurdistanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya serketina 11. kongireya Bizava Îslamî ya Kurdistanê û dubare helbijartina Îrfan Ebdulezîz wek Rêberî Giştyî Bizava Îslamî dike.

K24- Hewlêr

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya serketina 11.  kongireya Bizava Îslamî ya Kurdistanê û dubare helbijartina Îrfan Ebdulezîz  wek Rêberî Giştyî Bizava Îslamî dike.

Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahiya Îrfan Ebdulezîz  Rêberê Giştiyê Bizava Îslamî ya Kurdistanê kir ku dubare wek Rêberê Giştiyê Bizava Îslamî hatiye hilbijartin û hêviya serketinê ji bo vê partiya rizgarîxwaza Kurdistanê xwest.

Serokwezîr hêvî xwest serketina kongireya Bizava Îsalmî ya Kurdistanê bibe sedemeka din ji bo yekrêziya aliyên Kurdistanî derbarê pirsên ku peywendî bi gel û axa kurdistanê hene. Her wiha pêdagirî li ser karên hevparên navbera partiyên Kurdistanê kir ji bo serketin bi ser qeyranên ku rastî Herêma Kurdistanê hatine.

Fly Erbil Advertisment