Bêjera K24ê di ber çêrokên şehîdên Qamişlo re giriya
Bêjera nûçeyan ya K24ê Buhar Emîn di dema pêşkêşkirina raportekê derbarê teqîna Qamişlo ya 27 Tîrmehê de, giriya û nikarî rondikên xwe bigirta.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bêjera nûçeyan ya K24ê Buhar Emîn di dema pêşkêşkirina raportekê derbarê teqîna Qamişlo ya 27 Tîrmehê de, giriya û nikarî rondikên xwe bigirta.
Roja 27 Tîrmehê, êrîşeke xwekujî li Qamişlo ya Rojavayê rû da, ku tê de heta niha 52 kes şehîd bûne û bêhtir ji 177 kesan birîndar bûn. di dema pêşkêşkirina raportekê derbarê şehîdbûna xortekî ku amadehiya dawata xwe dikir de, bêjera K24ê Buhar Emîn rondik ji çavan barîn û giriya.
Îbrahîm Ehmed Ferman xortê 32 salî, ji Izmîrê vegeriya Qamişlo û keça xalê xwe ji xwe re xwast, îro 29 Tîrmehê şahiya wî û destgirtiya wî bû, lê di encama teqîna Qamişlo de, dema kertê şahiya xwe digerandin li devera teqînê şehîd bû.
Buhar Emîn li ser wê yekê ji malpera K24ê re got: “Her çendî xwe girt da ku negirîm, lê ji ber ku ez bi xwe ji Qamişlo me û hejmarek ji meriv û nasên min di wê teqînê de bûne qurbanî, di dema dîtina dîmenan û bihîstina çêrokên trajîdî yên teqînê, min nikarî xwe bigirta û negirîm.”