Li Bakur çalakiyên ji bo Abdullah Ocalan zêde dibin

Li Tirkiyê piştî hewla derbeya leşkerî û şûn ve, parêzer û malbata Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan dibêjin ku, bi gotinên rayedarên dewleta Tirkiyê yên li ser saxlemiya Ocalan bawer nabin. Malbat û parêzerên Ocalan amaje bi wê yekê dikin ku, heta ew li gel Ocalan hevdîtineke rûbirû nekin, dilê wan rihet nabe.

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiyê piştî hewla derbeya leşkerî û şûn ve, parêzer û malbata Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan dibêjin ku, bi gotinên rayedarên dewleta Tirkiyê yên li ser saxlemiya Ocalan bawer nabin. Malbat û parêzerên Ocalan amaje bi wê yekê dikin ku, heta ew li gel Ocalan hevdîtineke rûbirû nekin, dilê wan rihet nabe.

Li Diyarbekirê parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêvebirên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û endam û aligirên hin saziyên sîvîl ji bo Ocalan dest bi çalakiyan kirine. Çalakvan dibêjin di şeva hewla derbeya leşkerî de dibe ku, jiyana Ocalan jî ketibe  bin metirsiyê de. Hevseroka Berê ya DBPê Hafîze Îpek dibêje, heta ku ew agahiyan ji Ocalan wernegrin dê li qada bin.

Îpek dibêje: "Bila hikûmet çalakiyên me li ber çavan bigre. Bila di warê hevdîtina li Ocalan de gaveke erênî biavêje. Lewra heger bi birêz Ocalan re hevdîtin neyên kirin, ez bawer im derbeyên hin kesên din jî dê çê bin."

Parêzerên Ocalan dibêjin, piştî aloziyên şeva hewla derbeya leşkerî ew bi rêya telefonê ligel Rêvebirê Girtîgeha Îmraliyê axivîne û rêvebir ji wan re gotiye ku, ti metirsî li ser Îmraliyê nînin. Lê ev gotin tetmînkar nayê dîtin. Parêzerê Ocalan Şînasî Tur dibêje, di çapemeniyê de bihîstiye ku derbekaran xwestine wê şevê xwe bigihînin Grava Îmraliyê û yan Ocalan îmha bikin yan jî birevînin.

Tur got: "Me dît ku şeva derbeyê Meclis hat bombebarankirin, Serokomar bi xwe dibêje ew bi 15 deqîqeyan xilas bûye. Em jî dibêjin heger Serokomar bi 15 deqîqeyan xilas bibe û Meclisa Tirkiyê hatibe bombebarankirin, gelo ew (Derbekar) dikarin li Îmraliyê çi bikin, çi nekin? Em dibêjin yan em, yan malbata wî yan jî şanda siyasî here û birêz Ocalan bibîne û bi wî awayî em agahiyekê ji jiyana wî bistînin. "

Rayedarên HDP, DBP û parêzerên Ocalan dibêjin, heger hevdîtinek ligel Ocalan neyê kirin, çalakiyên ji bo Ocalan dê bi awayeke berfirehtir bidomin. Ji hêla din ve, ji bo ku hevdîtinekê ligel Ocalan bike HDPê bo Lijneya li Dijî Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re nameyek şand.