Li Girkê Legê bombeyek di ofîsa PDK-S de teqiya
Berî niha ofîsa ENKSê jî rastî du êrîşan hatibû.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Girkê Legê bombeyek di ofîsa Partiya Demokratiya Kurdisatn li Sûriyê(PDK-S) teqiya, di encam de ziyanên madî hebûn.
Derbarê vê mijarê de Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Seîd Wadî di daxuyeniyek taybet de bo K24ê re ragehand ku, kesên nenas bombeyek di ofîsa Partiya Demokratiya Kurdisatnê li Sûriyê(PDK-S) li bajarokê Girkê Legê teqiya, di encam de ziyanên madî hebûn.
Wadî da zanîn ku teqîn seat 2yê vê sibehê rûda, da zanîn ku çend avahiyên derdûra ofîsê ziyan gihena wan jî.
Berî niha jî Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) rastî hawlên tu teqînan bibû, ew teqîn jî ji aliyê kesên rîpêçayî tê kirin û nenaskirîne.