Du alîkarên DAIŞê di êrîşa Bay Hesen de hatin girtin

Bi regez Ereb bûn.

K24-Kerkûk

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di êrîşa çekdarên DAIŞê li ser kompaniya Bay Hesen li Kerkûkê du alîgirên wê rêxistinê ku xelkê wê deverê bûn girtin.Herwiha ew her du kes birîndar bûn.

Fermandarê pêşmerge bo K24ê ragehand ku, li gor çavkaniyekê wan du kesên birîndar yên ku alîkariya çekdarên DAIŞê di wê êrîşê de kirine çûne nav malekê, da zanîn ku pêşmerge çûn wê malê û ew her dû birîndar anîn, herwiha ji ber birîna wan a giran pizîşkan gotin divê werin veguheztin bo nexweşxanê.

Ji aliyekê din ve DAIŞê berpirsyaretiya xwe bi fermî ji êrîşa kompaniya Bay Hesen re û kêlgeha Xazê re li Kerkûk ragehand.