Li Colemêrgê du zarok di ava Zapê de xeniqîn

her du zarokan û welatiyên Colemêrgê jî bi şev û roj di nava Ava Zapê de bi derfetên xwe licenazeyê Beytûlahê 13 salî digerin.

K24-Navenda Nûçeyan

Kurdistanê pileya hewayagerm her ku diçe zêdetir dibe. Ciwan û zarokên ji ber hewaya germ tengezar dibin, diçin çem û newalan û xwe hênik dikin. Lê mixabin rûdanên xemgîn jî pêk tên. Li Colemêrgê du zarokên ku dixwastin di Ava Zapê de xwe hênik bikin xeniqîn.

Li Colemêrga bajarê bakurê Kurdistanê germahiya hewayêher diçe zêde dibe û tu hewz tune ye ku zarok tê de avjeniyê bikin û xwe hênik bikin. Ji ber tunebûna hewzê, zarokên Colemêrgî berêxwe didin Ava Zapê û li vê derê avjeniyê dikin. Lê belê ev ava Zapê ya ku bi coş û har diherikê dibe sedema xeniqîna zarokan.

Tekîn Kanat (11) û Beytûllah Sevînç ( 13) ku dixwestin ji ber hewaya germ xwe hênik bikin çûne ava Zapêku avjeniyê bikin. Lê belê her du heval di Ava Zapê de winda bûn û lêgerîna wan zarokan hêj berdewam dike.

"Em li du ciwanên me yên ku ketine avê digerin. Hema hatine ser avê bezir bûne. Bo rêya xwedê em jî lêdigerin, lê belê em nizanin emê çawa peyda bikin."

Lêgerîna ku ev du rojin berdewam dikin heya niha cenazeyê Tekîn Kanatê 11 salî hatiye dîtin, lê mixabin cenazeyê Beytûllahê 13 salê hêj nehatiye dîtin û lêgerînên ji bo dîtina wî berdewam dike. Xebatkarên Şaredariya Colemêrgê, xebatkarên AFADê û DSÎyê beşdarî lêgerîna Beytûlah dibin.

Cîgirê Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan wiha got:"Li vir du ciwanên me xwestin ku xwe di Ava Zapê de hênik bikinxeniqîn e. Ev du rojin hem gelê Colemêrgê hem jî hemû sazî û dezgeyên Colemêrgê  ciwanên windabûyî digerin. Doh bi şev cenazeyek hat peydakirin niha em li cenazeyê din digerin."

Parlementerên HDP jî li cihê bûyerê lêkolînên xwe berdewam dikin û dibêjin ku heta cenazeyê din jî neyêdîtin dê her lêkolînên xwe berdewam bikin. Herwiha malbatên her du zarokan û welatiyên Colemêrgê jî bi şev û roj di nava Ava Zapê de bi derfetên xwe licenazeyê Beytûlahê 13 salî digerin.