Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Serokerkanê Iraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzan, bi boneya koça dawî ya xwişka wî, di peyamekê de sersaxî li Serokerkanê Iraqê Ferîqê Yekem ê Rukin Ebdilemîr Reşîd Yarelah kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî î îro 22yê Cotmeha 2026an di peyama xwe de got: “Birêz Serokerkan, Ferîqê Yekem ê Rukin ê Hêzên Taybet Ebdilemîr Reşîd Yarelah, bi xem û kovaneke kûr nûçeya koça dawî ya xwişka cenabê we gihişte me. Di vê xemê de em hevparên êşa we û malbata we ya birêz in, sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî we dikin.”
herwiha di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de: “Em ji Xwedayê Mezin hêvîdar in ku xwedêjêrazî bi rehm û bexşandina xwe şad bike, cihê wê bihuşta berîn be û sebr û aramiyê jî bide her hemû aliyan.”