Hilsengandin a HDP û Akparîyê li ser guhetin û biparêzgehkirin a bajar ên Bakûr a Kurdistanê

Nîqaşên derbarê pêşniyara AK Partiyê de berdewam dikin. Li gorî pêşnûmeyê Colemerg û Şirnex ji parêzgehbûnê têne derxistin, di şûna wan de Gever û Cizîr dibin navendên parêzgehan. Parlamenterên HDP û AK Partiyê vê rûdanê dinirxînin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0868e893-42a5-4105-8216-28fe04d87681/ColemerguShirnexJiParezgehiyeDerdikevin.ism/manifest

K24- Hewlêr

Nîqaşên derbarê pêşniyara AK Partiyê de berdewam dikin. Li gorî pêşnûmeyê Colemerg û Şirnex ji parêzgehbûnê têne derxistin, di şûna wan de Gever û Cizîr dibin navendên parêzgehan. Parlamenterên HDP û AK Partiyê vê rûdanê dinirxînin.

Di çarçoveya ji nûve avakirina bajaran de AK Partiyê pêşnûmayake yasayî pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir. Li gorî vê pêşnûmayê Colemerg û Şirnex ji parêzgehbûnê têne derxistin. Di şûna her du bajaran de Gever û Cizîr dê bibin navêndên nû ên parêzgehan. Vê yekê hem di parlamentoya Tirkiyê de hem jî li harêmê rê li ber nîqaşan vekir. Parlamenterên HDPê vê pêşniyarê gavake bi xetere dinirxînin. Parlamenterên AK Partiyê jî li pişta wê pêşnûmayê ne. Li gorî wan ev gav ji bo pêşîlêgirtin û êwlehiya welêt gaveke giring e û çareseriyeke mayînde ye.

Hasan Turan - Parlamenterê AK Partiyê, got:"Di sala 1930an bajarê ku ez jê me Bulancak bû navçe di şûna wê de Gîresûn bû bajêr. Di dîrokê de hene mînakên bi vî rengî. Lê niha sedemên ewlehiyê hene; loma di şûna Colemêrgê de Gever dibe bajêr. Hûn çi jî bikin nikarin hemû deveran memnûn bikin. Di serî de ewlehiya welat û derûniya welatiyan giring e. Ev biryar jî ji bo ewlehiyê hatine hilanîn."

Parlamenterê HDPê Adem Geverî diyar dike ku di warê sererastkirinan de hikûmet bîr û boçûnên wan napirse, dibe ku di hindek waran de ew jî piştevaniyê bidin. Herwiha Geverî hişyariyekê li partiya xwe HDPê jî dike û dibêje, divê HDP ji rêya xwe ya demokratîk dernekeve û têkoşîna xwe ya wekheviyê berdewam bike. Pêwîst e, neyê xefikên koalîsyona di nava AK Partî, CHP û MHPê de.

Adem Geverî - Parlamenterê HDPê, got:"Vegûhêstina statûya Şirnex û Colemêrgê ya bo bajarokan, berhema polîtîkayên ewlehî û biryarên îdarî ne. Ev polîtîkayên popîlîst in. Heta kêşeya Kurdî û ya Elewiyan û ya jinan çareser nebe encamên demokratîk nayên bidestxistin. Ev pêşniyarên demdemî bi ragihandina biryarên Rewşa Awarte ve girêdayî ne."

Li aliyê din ev pêşniyara AK Partiyê li bakur li rastî nerazîbûnên tund hat. Li Colemêrg û Şirnexê gel reaksiyonan nîşan dide. Rêberên DBPê vê biryarê bi Rewşa Awarte ve girê didin û bi tundî rexne dikin. Hevseroka KCDê Selma İrmak jî daxuyaniyek ragihand û diya kir ku daxwazeke gel ya bi vî rengî nîn e. Colemêrg bajarekî qedîm e. Jenosîda kulturî tê kirin. Dewlet îcar bi vî awayî tolê hiltîne.