Ristin Mehfûr en Keleporî û arîşe yên abûrî li Agirî
Ji ber şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê berdewam dike, gelek kêşeyên aborî jî li pey xwe tîne. Li bajarê Agiriyê kargeha ku raçandina mehfûrên keleporî dike ji ber şer û pevçûnan hem xebatkarên xwe ji kar derdixe hem jî hêdî hêdî tên girtin.
K24- Agirî
Ji ber şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê berdewam dike, gelek kêşeyên aborî jî li pey xwe tîne. Li bajarê Agiriyê kargeha ku raçandina mehfûrên keleporî dike ji ber şer û pevçûnan hem xebatkarên xwe ji kar derdixe hem jî hêdî hêdî tên girtin.
Li bakurê kurdistanê şerê di navbera PKKê û Artêşa Tirk de her ku diçe gurdir dibe. Berdewamkirina şerê li bakur dibe sedema bêkarî û girtina kargehan. Li bajarê Agiriyê kargeha ku raçandin û firotina mehfûrên keleporî dike ji ber şer êdî nema wekî berê karê xwe dikin.
Xwediyê kargeha mehfûran amaje bi wê yekê dike ku beriya şer û pevçûnên li bakûr; wî li kargeha xwe bi dehan xebatkar bicih kiribûn. Lê belê niha hemû xebatkarên xwe ji kar derxistine.
Abdurrehman Zerener - Xwediyê kargehê, dibêje: "Heya par jî karê me gelekî baş bû, hem geştyarên cihî hem jî yên biyanî dihatin li vir danûstandin dikirin. Lê mixabin niha kargeh li ber girtinê ye. Berê li vir 30 xebatkarên min yên ku ev mehfûr radiçandinhebûn, lê niha min hemû ji kar derxistin e."
Ev mehfûrên ku niha raçandina wan hatiye sekinandin di kelepora Kurdî de xwedî cihekî girîng in. Welatiyên bajêr jî rave dikin ku ev mehfûr wek nîgara bajarê Agiriyê tê dîtin û ger ev kargeh bê girtin dê çanda wan jî li beramberî nemanê bimîne.
Adem Karahan – Welatî, dibêje:"Cihên bi vî rengî hewceye hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê gel ve alîkarî bê kirin. Ev kargehên ku kelepora me didin nîşandan ji bo ku neyên girtin çi ji destê her kesekî were bila bike."
Xwediyê kargehê amaje dike ku êdî ew nikarin wan mehfûrên bi nîgarên Agiriyê hatine nexşekirin û kelepora Kurdan radixe ber çavan bidin danasîn. Herwiha hem welatî hem jî xwediyê kargehê rave dikin ku bêgûman ew dê bê kar nemînin, lê ji wan re ya hewce aştî û aramiyek mayindeye.