Çalakî yên bakûr li salvegerr a cînosayîdkirin a Êzdîyan
Du sal berêniha di Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şengalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jinên Êzidî hatibûn qetilkirin û 200 hezar Êzîdî bê mal û milk mabûn. Di sersala vê qetlîama ku li ser Êzidiyan pêk hatibû li gelek deverên bakurê Kurdistanê çalaki hatin lidraxistin.
K24- Dêrsim
Du sal berêniha di Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şengalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jinên Êzidî hatibûn qetilkirin û 200 hezar Êzîdî bê mal û milk mabûn. Di sersala vê qetlîama ku li ser Êzidiyan pêk hatibû li gelek deverên bakurê Kurdistanê çalaki hatin lidraxistin.
Ji ber salvegera qetlîama Şengalê ji aliyê civata jinên Êzidî yên Şengalê ve daxuyaniyek hatibû balavkirin ku 3ê Tebaxê de wek, " Li Dijî Qirkirina Jinan û Jenosîdê Roja Çalakiyê ya Navnetewayî" bê dîtin û çalakî bên lidarxistin.Li ser bangavaziya jinên Şengalê gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakî pêkhatin.
Jinên Dêrsima bakurê Kurdistanê di vê çarçovê de meşek lidarxistin û helwesta xwe nîşanî qetlîama Şengalê dan.
Fadîme Çetînkaya-Hevşaredara Navçeya Akpazarê, got:"Jinên Êzidî li Şengalê qirkirin, tecavûz kirin, li bazaran de hatin firotin. Em vê yekê şermezar dikin. Em dibêjin ku em hemû yekin bedena me yek e û bedena me tu caran ne ya frotinê ye."
Gelek jinên ku li ber avahiya şaredariya Dersîmê kom bûn, ji bo piştgiriyê bidin jinên Êzidî, ji ber Çiyayê Zel ketin rê. Ev çiyayê ku jin çûnê, ji bo Elewiyan pîroz tê dîtin.Jinên Dêrsimê di qetliama Dêrsimê ya 1937 û 38an de xwe sipartibûn wî çiyayî û ji bo destdirêjî li wan neyê kirin xwe ji wî çiyayî avêtbûn. Ji aliyê jinan ve di quntara Çiyayê Zel de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Leyla Akyildiz - Endama Platforma Jinên Dêrsimê, got:"Em dibînin ku li Şengal,Roboskî, Cizîr û Rojavayê heman tişt hatine kirin li dijî Kurdan. Di sala 1938an de li dijî jinên Elewî jî qirkirin pêk hatibû, îro jî li Şengalê li dijî Êzidiyan pêk hat. Em hatin ku li vê derê qetlîama Şengalê şermezar bikin."
Jinên Dêrsîmê amaje bi wê yekê kirin ku jinên niha li hemberî çeteyên DAÎŞê şer dikin dê her serbikewin û dê belaya DAÎŞê ji nava bajarên Kurdan derxînin. Herwiha hîj derdora 2 hezar jinên Êzidî di destê DAÎŞê de ne û li benda rizgarkirina xwe ne.