Welatîyen Colemêrgê ji bo ji parêzgeh xistin a Bajar ê wan bertek ên xwe nîşan dan

Pêşnûmaya ku Colemêrg û Şirnêx ji parêzgehbûnê bên derxistin û di şûna wan de Cizîr û Gever bibin parêzgehên nû sewqî parlementoyê bû. Welatiyên Colemêrgê li dijî vê biryarê meş pêk anîn û dikanên xwe girtin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dccc5b21-68bd-4be0-8981-b7b411e3dc84/WelatiyenColemergeJiBoBarkirinaBajar.ism/manifest

K24- Colemêrg

Pêşnûmaya ku Colemêrg û Şirnêx ji parêzgehbûnê bên derxistin û di şûna wan de Cizîr û Gever bibin parêzgehên nû sewqî parlementoyê bû. Welatiyên Colemêrgê li dijî vê biryarê meş pêk anîn û dikanên xwe girtin.

Li Colemêrga bajarê bakurê Kurdistanê gel ji bilî Rewşa Awarte ji ber ku Colemêrg ji parêzgehbûnê tê derxistin bi gilî û gazincin. Li gorî Hikûmeta Tirkiyê sedama barkirina bajaran ewlehî ye. Di vê çerçoveyê de avahiyên wek parêzgehî, ewlekarî, dadgeh, leşkerî û hemû rêxistinên din ên wezaretê wê li Geverê bên bicihkirin.

Hikûmet vê biryara xwe bi sedema balafirxaneyê û hêsanbûna kontrolkirina sînoran ve girê dide. Li ser vê bûyerê welatî û esnafên Colemergê nerazîbûnên xwe ji bo Kurdistan24ê re rave kirin.

Devrîm Ozdînç- Esnaf – got:"Me nedixwest ku tiştekî bi vî rengî pêk bê. Lê belê pêk hat ji destê me tiştek tuneye em bikin. Em ê perîşan bibin. Em biçin ku derê? Heger em biçin Rojavayê Tirkiyê jî tu kes li me xwedî dernakeve."

Piştî vê biryarê welatî û saziyên civakî di navenda bajêr de bi dirûşmeya "Colemêrg Parêzgeh e Wê Wek Parêzgeh Bimînê" meş pêkanîn û Serokê Komeleya Mazlum-Derê ya Colemêrgê Cengîz Şen diyar kir ku bi vê biryarê dewlet mirovên li Colemêrgê îdam dike û bajarekî jî înfaz dike. Esnaf jî ketine rewşeke wisa ku nema dizanin bê wê çi bikin.

Îbrahîm Aşan - Esnaf – got:"Em naxwazin bajarê me bibe navçe û Gever bila bibe parêzgeh ji bo me tu kêşaya wê tune ye. Ev der jî ji 90 sal in ku parêzgeh e û em hemû jiyana xwe li vir dikin. Ez 20 sal in li vir karmendim û ev der bajarê karmenda ye. Tu dahata vir tune ye, di wextê wê de jî dewletê tu kargeh tu cihê kar li vir ne vekirine."

Herwiha gel û saziyên civakî vê biryarê qebul nakin û bangê li rayedaran dikin ku zêdetir li ser vê biryara derxistina ji parêzgehbûnê eleqedar bibin û daxwaza wan ew e ku sedama vê biryarê nişanî wan bidin. Gelê Colemêrgê piştî meşê li ber dikanên girtî 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêka anî.