"Nalbendî" pîşe ya kal û bavan
Teknolojî bandorêk mezin li ser hemû pîşeyan dike û dihelê ku gelek pîşeyên kal û bavan ber bi nemanê re rûbirû bimînin. Pîşeya nalbendiyê jî li dijî teknolojiyê li ber xwe dide.
K24- Agirî
Teknolojî bandorêk mezin li ser hemû pîşeyan dike û dihelê ku gelek pîşeyên kal û bavan ber bi nemanê re rûbirû bimînin. Pîşeya nalbendiyê jî li dijî teknolojiyê li ber xwe dide.
Di demên borî de çaxê ku wesayit kêm bûn û teknolojî pêşve neçûbû ev pîşeyên ku niha tu qîmetê wan nemayê bi nav û deng bûn. Berê heywanên ku ji bo kişandina barên giran dihatin bikaranîn ji bo lingên wan û simê wan neêşin û da karibin di çiyayan de bimeşin bi pîlekên ku ji keçeyê çêdibûn dihatin hefidandin. Bi demê re di cihê wan pîlekan de, pîlekên ku ji hêsin çedibin girt.
Agiriya bajarê bakurê Kurdistanê her çiqas bajarekî çiyayî be jî teknolojiyê rê li ber pîşeya nalbendiyê girtiye û niha li Agiriyê ji bilî hostayekî tu kesê ku vî karî dike nemaye.
Nîhat Îrtekîn - Hostayê nalbendiyê- got:"Em digrin, li vir hespan nal dikin. Hesp ji gundan tên, wekî din jî ji bo firotinê tînin vir. Piştî wê cînarên me, hevalên ku ereboka wan ya hespa heye her tim tînin vê derê. Berê di hundirê bajêr de gelek hevalên me hebûn; lê belê teknolojî pêşveçûye, her yekî niha xwedî wesayitekê ye."
Li Agiriyê ji ber ku hostayek tenê heye ji bilî navendê welatiyên ku debara xwe bi ereboka hespan dikin û welatiyên li gundên derdorê jî ji bo hespên xwe nal bikin tên navendê.
Kerem Akta - Xwediyê wesayita Hespa- got:"Em li vê derê erebokên hespan didin xebatê. Em mînak ji 20-25 rojan carekê nalên hespan diguherînin. Em û heval bi hev re alîkariyê dikin û nalê hespan diguherînin. Bê çawa mirovek nikare pêxas bi rê ve biçê, ev jî eynî wekî wê ye."
Herwiha hosta û xwediyê ereboka hespan amaje bi wê yekê dikin ku her roj karên wan tune ye û hemû debara hoste li ser nalbandiyê ye û ya xwediyê ereboka hespan jî li ser mirovên bajêr ku pediviyên xwe bi erebokên hespan bidin kişandin e.