Şirnexî dixwazin Enqere denge wan bibihîse
Beriya niha tam 26 salan navçeya Şirnexê bû parêzgerî. Wê rojê Şirnexiyan bi dawul û zirneyê biryara parêzgerkirina Şirnexê bi coşeke mezin pîroz kirin. Lê îro ew xelk xemgîn e. Lewra Şirnex ji statûya parêzgeriyê tê derxistin. Ji xwe ji 14ê Adara 2016an ve li bajêr qedexeya derketina kûçe û kolanan heye û di navbera hêzên dewleta Tirkiyê û endamên Yekîneya Parêstina Sivîlan (YPS)ê de şer didome. Xema xelkê ku ji ber aloziyan şerpeze bûyîn bi biryara derxistina ji statûya parêzgeriyê zêde dibe.
K24- Şernex

Bi hezaran Şirnexî ji ber qedexe û pevçûnan ji 5 mehan zêdetire ku malen xwe bicîhiştine û belavî Sêrt, Cizîr, Silopî, Diyarbekir û hê gelek bajarên din bûne. Li ser daxwaza betalkirina parêzgerbûna Şirnexê bi hezaran Şirnexî ji ber qedexe û pevçûnan nekarîn li ser warê xwe kom bibin li Dêrgulê kom bûn û daxwaz kirin ku bajarê wan her wek parêzgerî bimîne. Jineke Şirnexê xest ku denge xwe bigihîne Enqere û wiha got:
Welatiyeke Şirnexî, dibêje:"Em ji Serokkomar û Serokwezîr rica dikin ku qenciyekê li me bikin û Şirnex ji me nestînin. Bila Şirnexa me ava bikin."
Xelkê Şirnexê dibêje dema ku parêzgerbûna Şirnexê betal bû dê jiyana aborî, siyasî û civakî jî têk biçe. Parêzer Elî Bayram jî xelkê Şirnexê ye. weke bi hezaran kes ew jî ji vê biryarê dilgiran e. Li gorî Bayram, çalakiyên Şirnexiyên ti encamên erênî nadin û sebebe vê yekê biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan nîşan dide. Bayram, biryara betalkirina parêzgerbûna Şirnexê jî wiha dinirxîne:
Elî Bayram – Hiqûqnas, got:"Dema ku parêzgeriya Şirnexê betal bibe sazî û dezgehên dewletê yên ku ji bo xelkê jî deriyên debarê ne dê ji vê derê biçin. Ev jî ji bo Şirnexiyan dê gelek ne baş be. Bi taybetî jî bandorên neyînî dê li ser Şirnexê peyda bibin."
Ji aliyê din ve tê gotin ku dema Şirnex bû navçe dê navê wê bikin "Nuh". Lê xelkê Şirnexê li dijî vê yeke jî derdikevin û dibêjin navê Şirnex dê her wek xwe bimîne û "Nuh" navê Pêxember e ango navê kesekî yê nabe ku ev nav bibe navê bajarekê. Her wiha li gorî şîrovekarên siyasî ji aliyê Enqereyê ve dê teqez biryara betalkirina parêzgerbûna Şirnexê bê dayîn. Lê dîsa jî nûnerên saziyên sivîl dixwazin biçin Enqereyê û nebaşî û xetereyên ku dê derkevin holê bînin ziman. Gelo Enqere dê guhdariya Şirnexiyan bike yan neke? Bersiva vê pirse jî di rojên bê de dê diyar bibe.