Elmanîya: Hijmar a mezin ji Kurd ên bakûr a Kurdistanê daxwaz a penaberînîyê kirîne
Berpirs ên Elmanîyayê aşkera kirin ku ev sal hijmarek a mezin ji Kurd ên Bakûr ê Kurdistanê daxwaz penaberînîyê kirine.
K24- Hewlêr
Berpirs ên Elmanîyayê aşkera kirin ku ev sal hijmarek a mezin ji Kurd ên Bakûr ê Kurdistanê daxwaz penaberînîyê kirine.
Rojname ya Dêr Şibîgl Elmanîyayî aşkera kirîye ku di dem a şeş meh ên yekê ji ev sal , 1719 kes ji Turkîyayê daxwaz a penaberînîyê ji Elmanîya kirîne û pirranî ya wan jî Kurd ên Bakûr a Kurdistanê ne.
Berpirs ên Elmanîyayê ew jî aşkerakirin ku xirbî ya rewş a asayîşî ya bakûr a Kurdisanêû operasyûn ên serbazî yên supa yê Turkîayê li dever ên Kurdî , sedem a serekî ya bilindbûn a hijmar a kes ên daxwaz a penaberînîyê dikin ji Elmanîyayê.
Herweha berpirs ên Elmanîyayê, ragehandine ku bi hevberkirin li gel sal a par, hijmar a daxwazkar ên penaberînîyê ji Elmanîyayî bi awayek berçav zêde bûye.