Rizgarkirina taxên Minbicê berdewam e

Di 1ê Hezîrana borî de operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê dest pê kir û heta niha berdewam e.

K24-Minbic

Şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê di çarçoveya operasyona rizgarkirina wî bajarokî de Firneya bajê û dewar El-Beta kontirolkirin.

Derbarê pêşveçûnên nû yên şervanan peyamnêrê K24ê li bajarê Minbicê ragehand ku şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê li navenda bajêr berdewam e.Da zanîn ku şervana karîn îro, firna nançkirinê ya bajê û dewara El-Beta rizgarbikin.

Li gor peyamnêrê K24ê ragehandî şerûpevçûn li aliyê rojhelatê bajêr li cem dewara El-Cezîre jî berdewam e.

Di 1ê Hezîrana borî de operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê dest pê kirye.