Li Şemzînanê 2 leşker hatin kuştin û 6 birîndar bûn

Heta niha ti kesî berpirsyaretiya xwe derbarê êrîşê de neragehandiye.

K24-Navenda Nûçeyan

li navçeya Şemzînanê êrîşek bi rêya mûşekan li ser bingeheke leşkerî hat kirin, di encam de du leşker hatin kuştin û 6 leşkerên din birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê ragehand ku bi mûşekan êrîş li ser navendeke leşkerî ya Tirkiyê li navçeya Şemzînanê hat kirin, di encama wê êrîşê de du leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û şeş leşker jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku heta niha nehatiye naskirin ku ew êrîş ji aliyê çi rêxistinê ve hatiye pêkanîn.