Asayîşa Rojava 3ê berpirsên xwe ji kar dûrxistin
Ji aliyekê din ve Asayîşê bo jinûavakirina taxa El-Xerbî ya ku teqîn lê hatibû encamdan 200 milyon lîreyên Sûrî terxan kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya lêpirîsînên xwe de derbarê teqînên Qamişlo sê fermandar û berpirsên xwe ji kar dûxist.
Derbarê dûxistina wan berpirsên Asayîşê Serkirdayetiya Giştî ya Asayîşa Rojav di daxuyaniyekê de her yek ji Rêveberê dezgeha Çûnûhatinê Ebdulbasd Mihmed Kûtî, Berpirsê Asayîşa xalên pişkinînê Şêxmûs Ehmed Ehmed û Berdevkê Fermî yê Asayîşa Rojava Ebdulah Mihemed El-Sadûn ji kar dûrxist.
Ji aliyekê din ve Asayîşê bo jinûavakirina taxa El-Xerbî ya ku teqîn lê hatibû encamdan 200 milyon lîreyên Sûrî terxan kir.
Herwiha di daxuyaniyê de Asayîşê daxwaz ji welatiyan kir ku hemahingiyê ligel wan bikin daku navçeyên Rojava aram bimînin, da zanîn ku ew weke dezgeha Asayîşê dê li ser parastina Rojava û pêkanîna aramiya wê berdewam be.
Di 27ê Tîrmeha borî de du teqînan bajarê Qamişlo hejand, di encam de bi sedan qurbanî ketin, welatiyên Rojava jî Asayîşa Rojava bi xemsariya parastina navçeyê tometbar kirin.