Li Şirnexê 2 cerdewan hatin kuştin

kesek birîndar jî bû.

K24- Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê di encama êrîşek bombeyî de 2 cerdewan canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Şirnexê navçeya Elkê bombeya ko derûdora pira dûyemîn hatibû danîn, îro danê sibê dema cerdewanan kontrola rê dikirin ji dûr ve hate teqandin.

Di encama wê êrîşê de 2 cerdewan hatin kuştin û cerdewanek jî birîndar bû. Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê hate rakirin.

Tê gûmankirin êrîş ji aliyê PKKyê ve hatibe kirin û piştî bûyerê hêzên ewlekariyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.