Li Nisêbînê 12 hezar mal û kargeh wêran bûne

13 malbatên ku beriya operasyonan li taxa Firatê dijiyan, ji ber ewlekariyê li gundê Bawernê ku 5 km ji navçeyê dûr e kon vekirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Ji ber şer û pevçûnên li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê ko bi mehan dom kir dehan hezar welatî dev ji mal û cihên xwe berdan û koçber bûn.

13 malbatên ku beriya operasyonan li taxa Firatê dijiyan, ji ber ewlekariyê li gundê Bawernê ku 5 km ji navçeyê dûr e kon vekirin. Fexriye Yakut ko dayika dû zarokên kêmendam e diyar dike ku ew di şert û mercên gelek zehmet de dijîn.

"ev 5 meh in li van konan dijîn. Bo zarokên kêm endam tu aliyan alîkarî nekirin. Malên me hatin wêrankirin. Perê me nebû em xanî kirê bikin. Em mecbûrî li konan dimînin. Nava konan toz û xweliye. Serşokê me nîne bo vê em zarokan di nav têştan de dişon."

Malbat li vê derê di rewşek netendirustî de jiyana xwe didomînin. Hemû eşya û cihê xwarin û nivistinê di nav hev de ne.

Beşîr Sevim jî dibêje, ji roja 14'ê Adarê ve li vê di konan de dijîn û hêviya alîkariyê dike.

"Me ji naylon û qamîşan ji xwe re kon çêkirin. Li gund cîranan xêra xwe av û elektrîk dan me. Duh ji şarevaniya Nisêbînê hin xurak bo me hatin. Jin kinc û qabên xwe li vê çolê dişon. Dema ba tê nav konên me tijî toz û dûman dibe. "

Ji ber nebûna kar li bax û bexçeyan kar dikin û debara xwe bi vê dikin. Daxwaz dikin gavek zûtir ji halê wan re çareyek bê dîtin.

Di şer û pevçûnên Nisêbînê de, 12 hezar mal û kargeh wêran bûn. Li gorê daneyên Artêşa Tirk, di pevçûnên 83 rojan de 70 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin, 400 kes jî birîndar bûn. Hat îdîakirin nêzîkî 400 endamên YPS jî canê xwe ji dest dane.