Li parka Jiyana Civakî xizmetên civakî û perwerdehiyê birêve diçin
Li Sumerparqê, ji Berasteng û zarokan jî beşên cuda hene û di wan beşan de jî, perwerdehî û çalakiyên cudareng tên birêvebirin.
K24-Diyarbekir
Li parka Jiyana Civakî Sumer Parqê, bi cure şêwazan piştgiriya jiyana civakî tê kirin. Ji bo berastengan heta zarok û jinan bi alternafên cuda xizmetên civakîbûn û perwerdehiyê tên birêvebirin. Bi amadekarî û piştgiriya wan xizmetan, welatî him taybetmendiyên xwe bi pêş dixin, him jî beşdarî jiyana civakî dibin.
Beşa Berastengan, beşa zarokan, beşa werzişî û atolyeyên pişeyî û hunerî, ev avahiya ku serbi Xizmetguzariyên Civakî yên Şaredariya Diyarbekir ve ye, him wek zaningehekiye, him jî qada civakî bûyînê ye.
Liv ê salona, rojê demekî jin tên û werzişê dikin, di beşa din ya rojê de, mêr. Hemû alet û amûrên ji bo werziş û têkûz kirina laş, hatine rast kirin û bi bihayeke biçûk her welatî dikarin werin bi alikariya mamosteyan werziş bikin. Niha rojê 200-250 kes tên û li vir wexta xwe derbas dikin.
Cemîl Çag jî, yek ji wan e ku rojane tê werziş dike û ji Kurdistan24 re dibêje, gelek sudbexşî ji hatina vir dibîne.
"Ji bo hevaltiyê, ji mirov, laş û tendiristiya mirov tiştekî gelek baş e. Bi vî awayî bidome baş e û ez gelek memnûnim."
Disa 15 atolyeyên, destkarî û hûnerî jî li vir tên birêvebirin û di wan atolyeyan de him perwerdehî tên dayîn him jî berhemên balkêş tên hilberandin.
Berpirsa atolyeyan Songul Turan ji Kurdistan24 re dibêje, ew hewla ku li vir him bingeha jiyana civakî ya ewle amade bikin. Him jî ji bo perwerdehiyên pişeyî û destkarî yên welatiyan didin.
"Him perwerdehî, hin caran jî welatî dixwazin ji malê dûr bikevin, dibêjin ji sitresa rojane xwe rizgar bikin. Hin caran jî ji bo pêşxistina aboriya xwe fêrbûyîna tiştên baş tên."
Li Sumerparqê, ji Berasteng û zarokan jî beşên cuda hene û di wan beşan de jî, perwerdehî û çalakiyên cudareng tên birêvebirin.