Yekîtiya Ewropayê rêkeftina deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê wekî neyasayî dibîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Lîbyayê bi yekdengî rêkeftinnameya dîyarkirina sînorên deryayî ya ligel Tirkiyeyê pesend kir û biryarên xwe yên berê yên li dijî Enqereyê betal kirin. Vê biryarê ji aliyekî ve pêşwaziya fermî ya Tirkiyeyê lê ket, lê ji aliyê din ve rastî berteka tund a Yûnanistan û Yekîtiya Ewropayê (YE) hat ku rêkeftinê wekî "nehiqûqî û pûç" binav dikin.

Parlamentoya Lîbyayê duh 21ê Cotmehê di rûniştineke fermî de yadaşta hevtêgihiştinê ya sala 2019an a di navbera Trablus û Enqereyê de ya bo diyarkirina herêmên desthilatdariya deryayî li Deryaya Spî pesend kir. Encûmena Bilind a Dewletê û Serokatiya Lîbyayê jî piştgirî dan vê pêngavê û ew wekî "gavek bo parastina berjewendiyên niştimanî yên welêt" bi nav kirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê pêşwazî li biryara Parlamentoya Lîbyayê kir û ragihand: "Ev yadaşta ku ji sala 2019an vir ve di meriyetê de ye, li ser bingeha hiqûqa navneteweyî û dadperweriyê maf û berjewendiyên hevbeş ên her du welatan diparêze û dibe sedema kûrkirina hevkariyên navbera Enqere û Trablusê." Herwiha Enqereyê tekez kir ku ew ê ji bo aştî û aramiya li hewza Deryaya Spî xebatên xwe yên bi hevkarên xwe re bidomîne.

Li hember vê yekê, Wezareta Derve ya Yûnanistanê bi daxuyaniyeke fermî bi tundî biryara Parlamentoya Lîbyayê red kir û got: "Ev biryar rastiya ku ev yadaşt nehiqûqî ye û bi temamî pûç û bê nirx e naguherîne; ji ber ku ev gav li dijî Peymana Neteweyên Yekgirtî ya li ser Hiqûqa Deryayê (UNCLOS) ye û serweriya dewletên herêmê binpê dike."

Atînayê bal kişand ser wê yekê ku ti peravên hemberî hev an jî cîran di navbera Tirkiye û Lîbyayê de nînin ku rêkeftinê li ser bikin, herwiha ev belge bi temamî mafên giravên Yûnanistanê (wek Girava Girîtê) binpê dike. Atînayê peymanên xwe yên deryayî yên bi Îtalya û Misirê re bi bîr xist û hişyarî da aliyê Lîbî ku aramiya Rojhilatê Deryaya Spî têk nede. Herwiha destnîşan kir ku wê hevpeymanên xwe agahdar kirine û bo parastina serweriya xwe dê hemû gavan biavêje.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî di daxuyaniyeke hevbeş de ligel Serokatiya Encûmena Ewropayê nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman û ragihand, helwesta YEyê ji sala 2019an vir ve neguheriye: "Ev rêkeftin mafên serweriyê yên welatên sêyemîn binpê dike, li gorî hiqûqa deryayî ya navneteweyî nîne û ji aliyê qanûnî ve ti giraniya wê nîne." Von der Leyen piştevaniya tam a YEyê bo Yûnanistan û Qibrisê dubare kir û li dijî her destwerdaneke derve ya di karûbarên Lîbyayê de rawestiya.

Pesendkirina vê peymana deryayî hevdem bû bi serdana Serokê Dezgeha Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin bo Trablusê. Li gorî çavdêrên siyasî, ev gav hewlên Enqereyê nîşan dide yên bo bihêzkirina peywendiyên xwe bi hevdemî li gel her du aliyên rojhilat û rojavayê Lîbyayê, da ku pêgeha xwe di rikbaziya li ser gaza sirûştî û samanên binerd ên Rojhilatê Deryaya Spî de zexmtir bike.