Li Dêrikê Artêşa Tirkiyê êrîşî xalên pişkinînê yên YPGê dike

Gundê Eyndîwer bi sirûşt û pira xwe ya dîrokî navdar e.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê li gundê Eyndîwerê ku dikeve bakur rojhelatê bajarê Dêrikê êrîşî xalên pişkinînê yên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) dike.

Li gorî ajansên ser bi Yekîneyên Parastina Gel(YPG)ve ragehandin ku îro Artêşa Tirkiyê li gundê Eyndîwerê ku dikeve bakur rojhelatê bajarê Dêrikê êrîşî xalên wan ên pişkinînê kir, lê ti ziyanên canî di encama wê êrîşê de nebûn.

Gundê Eyndîwrê dikeve bakurê rojhelatê bajarê Dêrikê, herwiha li ser hêla sînorî ya bajarê Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê û bi sirûşitî û pira xwe ya dîrokî tê naskirin.