Fûad Hisên ligel Selahedîn Behaedîn dicive

Civîn bi armanca çareserkirina pirsgirêkan bû.

K24-Hewlêe

 Li pêşiya demekê civîna Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ligel Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî Selahedîn Behaedîn dest pê kir.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê ragehand ku berî vê civînê serkirdayetiya Yekgirtû bixwe civînek amadekiribûn daku hizir û nerînên xwe gotûbêjbikin, da zanîn ku civîn heta niha di navbera Fûad Hisên û Selahedîn Behaedîn berdewam e.

Bi armanca çereserkirina pirsgirîkan Fûad Hisên weke nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê dest bi gereke din a serdan û civînan ligel aliyên siyasî kir, biryare roja Sêşembê serdana bajarê Silêmaniyê jî bike û ligel Newşêrwan Mistefa Rêkxerê Tevgera Goran  û rayedarên YNK bicive.