Omer Osê: Pêwîst e Kurd bi Şam, Tehran û Moskoyê re bigirin

Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê dibêje, Amerîka bi Kurdan re ne dilsoz e û pêwîst e Kurdên Sûriyê bi Şam, Tehran û Moskoyê re bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê dibêje, Amerîka bi Kurdan re ne dilsoz e û pêwîst e Kurdên Sûriyê bi Şam, Tehran û Moskoyê re bigirin.

Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê ku di heman demê de perlementerekî Kurd e di Parlementoya Sûriyê de Omer Osê ji ajansa “Fars News” ya Îranî re ragihand, Amerîka bi Kurdan re ne dilsoz e û pêwîst e Kurdê Sûriyê bi rêjîma Sûriyê, Îran û Rûsyayê rê bigirin.

Osê got jî: “YPG li şûna bi Hevpeymaniya Niştimanî ya bi serokatiya Amerîkayê re rê dikeve, divê ligel Sûriye, Îran û Rûsyayê rûbirû DAIŞê bibin.”

Herwiha Osê got: “Partiyên siyasî yên Kurdî li Qamişlo, Efrîn, Kobanê û Serê Kaniyê nabe daxwaza Amerîkayê çareserkirina pirsgirêka Kurd bikin, pirsgirêka Kurd li Sûriyê cuda ye ji pirsgirêkên Kurdên Iraq û Tirkiyê.”

Berî daxuyaniyên Omer Osê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihandibû ku, di demeke nêzîk de nivîsgeha PYDê li Amerîkayê dest bi kar dike.