Pêşmergeyekî Dêrîn: Barzanî birayê me yê mezin e

Îro şandeke hevbeş ji Dezgeha Bilind ya Eylolê û Komela Pêşmergeyên Dêrîn pêk hatibû, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî kiribûn. Berpisekî komela Pêşmergeyên Dêrîn jî got: “Barzanî birayê me yê mezin e”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)û berpirsê Komela Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî ji K24ê re ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî birayê wan yê mezin e, ji ber wê posta Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmetê di destê Partiya Demokrata Kurdistanê de ye û pêwîst e ew alî zêdetir destpêşxeriyê bike, bo aştî û çareserkirina pirsgirêkan.

Cemîl Hewramî got: “Ji me re diyar bû, ku sozên Serokê Encûmena Wezîran û cîgirê wî yên dane me, neçûn serî. Loma em çûne cem Serokê Herêma Kurdistanê, ji ber ku ew him Pêşmergeyekî dêrîn e û him jî Fermandarê Giştî yê Pêşmerge ye.”

Herwiha Hewramî got: “Di civînê de me pirsgirêkên xwe diyar kirin, di hemberê de jî Serokê Herêma Kurdistanê ji me re ragihand ku, ew agahdarê rewşa aborî û krîza darayî ye, herwiha piştevaniya hemû daxwaza Pêşmergeyên dêrîn kir.”