Li Minbicê taxa El-Tibe hate kontirolkirin

Di 1ê Hezîrana borî de operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê dest pê kirye û heta niha jî berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê di çarçoveya operasyona rizgarkirina wî bajarokî karîn dewara  El-Kure El-Erdiye û taxa El-Tibe ku di navenda bajêr de ne rizgarkirin.

Derbarê vê yekê peyamnêrê K24ê li bajarê Minbicê ragehand ku operasyona rizgarkirina Minbicê şervanan dewara  El-Kure El-Erdiye û taxa El-Tibe ku di navenda bajêr de ne kontirolkirin.

Berî niha Berdevkî Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji K24ê redkiribû ku Minbic bi temamî hatibe kontirolkirin, tekez kir ku, şer hê li bajêr berdewam e.

Herwiha peymanêrê K24ê da zanîn ku piştî rizgarkirina wan her du deveran şervan ber bi meydana Meştel ve diçin.Aşkere kir ku şer heta niha jî berdewam e.

Di 1ê Hezîrana borî de operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê dest pê kirye û heta niha jî berdewam e.