Hêrşek a Daişê hat têkşikandin

Hêz ên Pêşmerge li başûr a bajar ê Kerkûkê hêrişek a çekdar ên Daişê têkşikandin û zîyanek amezin gihand Daişê.

K24- Hewlêr

Hêz ên Pêşmerge li başûr a bajar ê Kerkûkê hêrişek a çekdar ên Daişê têkşikandin û zîyanek amezin gihand Daişê.

Hêriş a şev a burî bo ser çeper ên Pêşmerge li derdor a Kerkûkê, piştî şerrek û pêdadanek a dijwar, hêriş a Daişê hat têkşikandin û zîyanek a mezin ber çekdar ên Daişê kevt.

Rayîd Luqman fermandar ê fewc a 3 ya lîwa ya 134 a hêz a Pêşmerge, ragehand: Pêşmerge şîyan hêrişê têkbişkînin  û zîyanek a mezin bigehînin çekdar ên Daişê û heya niha term ên dû çekdar ên wan li kax a şerr vemane û kevtîne di dest ê Pêşmege de.

Li gor zanyarîyan ew şerr gelek dijwar bûye û armanc a çekdar ên Daişê dû kozik ên serekî yên pêşmergeyan bûye, lê hêriş a wan hat têkişkandin û Pêşmerge jî bê zîyanin.