Rêveberiya Çavdêriya Bazirganî ya Dihokê rêyê li zêdekirina nirxê xwarinan digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Çavdêriya Bazirganî ya Dihokê ragihand ku neh lîjneyên meydanî berdewam di nav bazarê de ne, daku rêyê li her zêdegavî û girankirina xwarinan bi hinceta bilindbûna bihayê dolarî bigirin, tekez jî dike ku piraniya madeyên xwarinê beriya giranbûna dolarî hatine hawirdekirin û nabe nirxên wan bên bilindkirin.

Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Çavdêriya Bazirganî ya Dihokê Şukrî Şefîq îro Çarşem, 21ê Cotmeha 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re got ku lîjneyên çavdêriya bazarê berdewam bi rengekê meydanî li ser erkê xwe ne, daku rêyê li hebûna her zêdegaviyekê bigirin, bi taybetî di rewşeke weha de ku bihayê dolarî li beranber dînarê Îraqî bilind bûye.

Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Çavdêriya Bazirganî amaje bi wê yekê jî da ku neh lîjneyên wan li bazarî ne û çavdêriya serekî û giran li ser erzaq û madeyên xwarinê dikin.

Di derheqa girankirina xwarinan an hebûna her bizaveka bi vî rengî de, Şukrî Şefîq got ku piraniya wan xwarin û erzqên ku ji aliyê bazirganan ve hatine hawirdekirin beriya bilindbûna bihayê dolarî bûne û rê li her bizaveka zêdegaviyê hatiye girtin.

Di derheqa xwarin û madeyên ku demên wan derbaz bûne de, navbirî dibêje ku wan bizavên xwe zêde kirine daku rêyê li her firoşinde an bazirganekî bigire ku xwarinên dema wan bohrî bifiroşe, herwesa welatî bi xwe jî di hebûna her rewşekê de alîkar in.

Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Çavdêriya Bazirganî ya Dihokê herweha tekez li ser wê yekê jî kir ku îsal li beranberî sala borî, firotina xwarinên dema wan borî gelek kêmtir bûye.