Hêmin Mîranî: Proseya çaksaziyê di Rêveberiya Polîsên Kurdistanê de tê destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku proseya çaksaziyê di Rêveberiya Polîsên Kurdistanê de bi hevparî ligel Bernameya Neteweyên Yekgirtî bo Pêşxistinê (UNDP) tê destpêkirin û hemî sektorên girêdayî wê wezaretê, wekî Polîsên Navxweyî, Trafîk û Berevaniya Şaristanî vedigire.
Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî îro Çarşem, 21ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand ku tevlîbûna rêxistina UNDPê pêngaveke girîng û stratejîk e bo veguhastina ezmûna navdewletî bo nav Rêveberiya Polîsên Kurdistanê, û ew ajansa Neteweyên Yekgirtî bo nûkirin û pêşxistina kerta "polîsên nimûneyî" dibe hevpar.
Di derheqa qonaxên bicihanîna vê projeyê de jî, Hêmin Mîranî got ku li destpêkê çar bingeh wekî polîsên nimûneyî hatine destnîşankirin, paşê jî ew çar bingeh dibine navend û dibistan bo perwerdekirin û avakirina bingehên din ên polîsan, bi merema giştandina awayê nû yê karkirinê li ser tevaya navendên ewlehiyê.
Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe tekez jî kir ku ew çaksazî tenê di sînorê polîsên navxweyî de namîne, belku giştgîr dibe û sektorên trafîk û berevaniya şaristanî jî bi temamî vedigire.
Bizavên hikûmetê bo modernkirina kerta navxweyî
Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya karnameyê çaksaziyê de proseya dezgehîkirin û bilindkirina şiyanên hêzên ewlehiyê kiriye yek ji karên xwe yên. Her di wê çarçoveyê de jî, Wezareta Navxwe di dema borî de gelek pêngav ber bi dîjîtalkirina xizmetkariyan, rêkxistina mîlakan û modernkirina rêkarên trafîkê û berevaniya şaristanî avêtine.
Hevpariya ligel ajansên navdewletî û bi taybetî Bernameya Neteweyên Yekgirtî bo Pêşxistinê (UNDP) pareka dîtina nû ya Herêma Kurdistanê bo bicihanîna têgeha "polîsên civakî" û pêşxistina jêhatîbûna hêzên navxweyî li ser bingeha standardên cîhanî û rêzgirtina li mafên mirovan di dema bicihanîna qanûnê de ye.