Xalid Ûbeydî: Dem a rizgarkirin a Mûsilê hatîye dîyarkirin
Di kongiryek a rojnamevanî de li Mexûrê, Xalid Ûbeydî, wezîr ê Berevanî ya Îraqê ragehand: Dem a rizgakirin a bajar ê Mûsilê hatîye dîyakirin. Amaje bo wê yekê jî kir ku hevahengî ya wan li gel Herêm a Kurdistanê gelek başe.
K24- Mexmûr-Hewlêr
Di kongiryek a rojnamevanî de li Mexûrê, Xalid Ûbeydî, wezîr ê Berevanî ya Îraqê ragehand: Dem a rizgakirin a bajar ê Mûsilê hatîye dîyakirin. Amaje bo wê yekê jî kir ku hevahengî ya wan li gel Herêm a Kurdistanê gelek başe.
Herweha Wezîr ê bervanî ya Îraqê ragehand: Di şerr ê rizgarkirin a bajar ê Mûsilê Pêşmerge dê li jêr ferman ên supa yê Îraq bibe û Hevpeyman jî bo hemû harîkarîyek a serbazî amadene.
Ûbeydî aşkera jî kir: Operasyûn ên şerr ê dijî Daişê bi başî bi rêve diçin û evro Cizîre ya Xaldîye dê bihê rizgarkirin.
Di pişkek a dî ya kongire ya rojnamevanî de, wezîr ê berevanî ya Îraqê, ragehand: amadekarî yên opersyûn a rizgarkirin a Neynewa temam bûne û heya niha 16 gund li sinûre a Neynewa hatîne rizgarkirin. Li ser gazîkirin a wî ji alî yê dadgeh a Îraqê ve, Xalid Ûbeydî got: Dadgeh her biryarekê bide, Ez dê bi chi bihînim.
Evro sipêdê Xalid Ûbeydî, wezîr ê berevanî ya Îraqê gehişt Mexmûr û li gel fermandar ên operasyûn a rizgarkirin a Neynewa kom bû bi merem a gêngeşekirinê li opersyûn a rizgarkirin a bajar ê Mûsilê.
Ev serdan di demekê de ye ku li ser pirs a gendelîyê, Ûbeydî û Selîm Cibûrî, serok ê Civat a nwêner ên Îraqê kûr bûne û herdû alî hevdû tuhemtbar dikin bi encamdan a kar ê Gendelîyê.