Debax: Şanda YNKê ligel Cîgirê Serokê Îranê civiya

Di civîna şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Cîgirê Serokomarê Îranî, rewşa siyasî ya Kurdistanê û beşdariya Kurd di operesyona rizgarkirina Mûsilê hatin gotûbîjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Cîgirê Serokomarê Îranî, rewşa siyasî ya Kurdistanê û beşdariya Kurd di operesyona rizgarkirina Mûsilê hatin gotûbîjkirin.

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax ji K24ê re ragihand, şanda YNKê bi serpereştiya Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih îro ligel Cîgirê Serokomarê Îranê Îshaq Cihangîrî civiya.

Li gor Debax ku, di civînê de behsa rola Kurd di operesyona rizgarkirina Mûsilê hate kirin û tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku divê Kurd bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Debax ji Tehranê de aşkere kir, şanda YNKê sibe ligel Serokê Parlementoya Îranê Elî Larîcanî û Serokê Encûmena Bilind yê Asayişa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî dicive.