Gedo: ENKS bi grûpên tundrew re ne hevpeyman e
Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê radigihîne, kî di şerê Helebê de biser keve, dê mercên xwe li Cenêvê li ser aliyê din ferz bike, ji ber wê şerê Heleb her diçe tund dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê radigihîne, kî di şerê Helebê de biser keve, dê mercên xwe li Cenêvê li ser aliyê din ferz bike, ji ber wê şerê Heleb her diçe tund dibe.
Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Şelal Gedo ji K24ê re ragihand, ji destpêka damezrandina hikûmeta demkî ya Îtîlafê ve, ew beşdarî wê hikûmetê nebûne, ji ber ku ENKSê ne bi biryara ku hikûmeta demkî li nava xaka Sûriyê kar bike. Herwiha hikûmeta demkî ya ku dixwaze li deverên rizgarkirî li parêzgehên Heleb û Idlibê kar bike, ew dever di bin desthilata Eniya El-Nusra de ne û bûne mîrîtiyên îslamî.
Gedo got diyar kir jî, ku Serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb soza dabû ku posta Wezîrê Darayî bide ENKSê, lê Ebû Heteb ew soz cibicî nekir. ENKS jî têbînên wê li ser awayê damzrandina hikûmet û keseayetiya Ebû Heteb û cihê ku hikûmet lê kar bike hene, ji ber ku li gor biryara Îtîlafê divê hikûmet li derve kar bike, ne li hundirê Sûriyê.
Gedo derbarê danûstandinên Cenêvê de got: “Kî di şerê Helebê de biser keve, dê mercên xwe li Cenêvê li ser aliyê din ferz bike, ji ber wê şerê Heleb her diçe tund dibe û dê demeke dirêj berxwe bide. Rêjîm bi hemû hevalbendên xwe beşdarî şerê Helebê dibe, opozîsyon jî pitevaniya welatên herêmê jê re heye. Şerê Helebê bûye şerekî navdewletî.”
Gelo li ser pirsa ku heger ENKS ji ber sedema ku opozîsyona Sûriyê piştgîriya grûpên tundrew dike, ma çima ENKSê ligel opozîsyonê hevpeyman e, Gedo got: “Em ligel grûpên tundrew ne hevpeyman in, ti girûpên çekdar di nava Îtîlafa opozîsyonê de tune ne. Îtîlaf ji hêzên siyasî pêk hatiye û ti hêzekî leşkerî tê de tune ye.”
Gedo amaje bi wê yekê kir, ku di kongreya Riyazê de hêzên siyasî û çekdar amade bûn û di desteya danûstandinê de beşdar bûn, lê ew ne di Îtîlafa opozîsyonê de ne.
Gedo got jî: “Îtîlafa opozîsyonê her bo guftûgoyê û dîtina çareseriyeke siyasî amade ye, ji ber krîza Sûriyê heger ne bi riyên siyasî be, ti carî çareser nabe, lê rêjîma Sûriyê ji destpêkê de her bijardeya leşkerî hildibijêre.”
Derbarê rêkeftina bi TEV-DEMê re, Gedo got: “Bo Cenêv2 û 3 jî me bi biraderên TEV-DEMê re got, bo şandeke Kurdî bi yek proseya siyasî ya Kurdî ava bikin, lê mixabin TEV-DEM bi me re tewafiqê nakin.”