Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê hate girtin

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê ragihand, ji ber krîza darayî û xercnekirina bûdceyê, nivîsgeha hikûmetê li Rûsyayê hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê ragihand, ji ber krîza darayî û xercnekirina bûdceyê, nivîsgeha hikûmetê li Rûsyayê hate girtin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Moskoyê Aso Şêx Cengî ragihad, ji du rojan ve nivêsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê ji ber xercnekirina bûdceyê hatiye girtin, kelûpelê nivîsgehî jî bo gencîneyekê hatiye veguhastin.

Cengî diyar kir ku, nêzîkî salekê ye bûdçeye û xerciya nivîsgehê nehatiye dayîn, ji ber wê yekê jî nivîsgeh hate girtin.

Aso Şêx Cengî ji çend salan ve li ser pişkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) wek Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar kiribû û di van du rojan de girtina nivîsgehê ragihand.

Herwiha berî demekê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax jî ragihandibû, ji ber nebûna xercnekirina bûdceyê, ew bi niyaz in nivîsgeha Tehranê bigirin.