Li Colemêrgê Tirkiyê li ser rêya gundan xendekan dikol e
Dewlet ji ber şer û pevçûnên di navbera wê û PKK de di bin navê ewlehiyê de xendekan dikol e.
K24-Colemêrg
Dewlet ji ber şer û pevçûnên di navbera wê û PKK de di bin navê ewlehiyê de li rêyên gundan xendekan dikole. Ji ber van xendekan ku bi sedema ewlehiyê tên kolandin gelek welatî mexdûr dibin û nikarin bikevin gundê xwe.
Berî niha li Colemêrga bajarê bakurê Kurdistanê êrîşeke bi wesayita bombeyî li qerekola Depînêku 7 kîlomîtreyan durî navendê ye hatibû kirin. Piştî vê bûyerê bergiriyênewlehiyê ji aliyê dewletê we tên zêdekirin.Bajarê ku li gelek noqteyên wê qereqolên mobîl hatine avakirin de, di ketin û derketinan dejî 24 seatan lêgerîn tê kirin. Herwiha ji bo ewlehiyê devê deriyê avahiya midûriyeta ewlekariyê û qerekolan jî bi bloqên bêtonan hatiye girtin.
Herwiha rêyên gundê ku giredayî navendêne bi kolandina xendekan destpê kir, bi şûnde jî rêya gundê Ordeklî bi mekîneyên kar, ew xendekên ku mîtroyekê kurahiya wan heye hatin kolandin. Welatiyên ku li gundê Talê, Valto, Marînus,Şîke,Erzîk û gelek mezrayên ku girêdayî wan dijîn, ji ber vê kêşeyê bertekên xwe nîşan dan.
"Rêya me leşkeriyê girt, nahêlin em biçin bixebitin, şixûl bikin, bixwe bixebitin. Ev 10 roj in nahêlin em erdê xwe av bidin û biçin hawara wê. Em dixwazin ku rêya me bê wekirin ku em ji bo malbata xwe bixebitin."
Di encama wan şer û pevçûnên di navbeyna şervanên PKKê û Artêşa Tirkiyê de û herwiha piştî bombebarana ku ji aliyê tanqan ve tê kirindibe sedema derketina êgir,li gelek deverên Çiyayê Zapê. Ji bilî zirara vî agirê ku dide derûdorê şebekeya avê ya gundê Talê jî ji ber xendekan xirabûye û welatî bi derfetên xwe vê avê dikşînin.
"Me divê ku hikûmet rêyên me vekin ku em bi serbestî werin nava milkên xwe. Ev 10-15 sal in ku li vî gundî kiryariyê dikim. Xwendekarên min,gelheyan min zêde gelek e. Ne mûçeyên min hene, ne jî dahat. Dahata min eve; garis e, birinc e,firingî ye."
Gundî diyar dikin ku dewletê bê his û dengû pirsiyar rêya15 gundan bi xendekan girtiye; bi hezaran welatî di hûndirê gundê xwe de mane asê û nexweşên xwe nikarin bigihijînin nexweşxaneyan. Welatî bangê li rayedaran dikin ku demildest ew rêyên girtî bên vekirin û mexdûriyeta wan jî ji holê bê rakirin.