JI kêfa pêşketinên li Minbicê 5 welatî li Qamişlo birîndar bûn
Di dema ku hin hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser guleyên şahiya rizgarkirina hin taxên nû li Menbicê berdidan, 5 welatî li bajarê Qamişlo birîndar bûn.

K24 – Qamişlo
Di dema ku hin hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser guleyên şahiya rizgarkirina hin taxên nû li Menbicê berdidan, 5 welatî li bajarê Qamişlo birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, duh piştî ku Encûmena Leşkerî ya Menbic hin taxên nû li nava Menbic kontrol kirin,
endamên ewlehiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser û hin xelkên sivîl gelek gule bi awayekî tewş ber bi esmanê bajêr ve berdan û di encamê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûn ku birîna kesekî jî giran e.
Vê yekê ku tirsek mezin di nava welatiyên Qamişlo de çê kir, lê heta niha hêzên Asayişa Rojava ti daxuyanî derbarê qerbalixa ku duh li Qamişlo rû daye, belav nekirine.