Li Sêrtê 23 dever wekî herêmên ewle hatin ragihandin

Ew qedexe heta 15e rojan berdewam dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakûrê Kurdistanê bajarê Sêrtê 23 dever wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Parêzgeriya Sêrtê bi daxûyaniyeka niviskî da zanîn ku di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê de li 23 gûndewarên navenda bajêr û navçeyên wekî Dihê û Berwariyayê heta 15 rojan wekî herêmên taybet yên ewlekariyê hatine ragihandin.

Ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan çûyîn û hatina wan deveran qedexe ye û pêwîst e hişyariya parêzgeriyê ber çavan were girtin.