Li bakûr Masî yên xal sor dermane
Bajarên bakurê Kurdistanê ku bi dîroka xwe û xwezaya xwe tên zanîn gelek tiştên sirûştî jî lê hene. Li Îdirê jî masiyên bi xalên sor ji bo tenduristiya welatiyan dibe şîfa
K24- Hewlêr
Bajarên bakurê Kurdistanê ku bi dîroka xwe û xwezaya xwe tên zanîn gelek tiştên sirûştî jî lê hene. Li Îdirê jî masiyên bi xalên sor ji bo tenduristiya welatiyan dibe şîfa
Li navçeya Idirê ya bi navê Kulpê masiyên xal sor di gola wê de têne girtin. Ev masiyên ku di vê golê de têne girtin, ne tenê wekî hobiyekê an jî ji bo firotinê tên girtin; ji bo tenduristiyê jî tên girtin. Taybetiya van masiyan ew e ku tenê di nava golên bakurê Serhadê de mezin dibin.
Ew masiyên ku ji bo tenduristiyê jî tên bikaranîn ji aliyê welatiyan ve jî eleqeyeke mezin dibînê û herwiha ev masî ji bo êşên wekî pişt, mîde, romatîzma û şêrpenceyê dibe şîfa.
Orhan Aras - Welatî-Masîgir-dibêje:"Di vê ava han de ku dikêşê de masîyên alabalik hene. Li ser tenduristiya mirovan pir baş e. Em hatin vir me semaverê xwe av xistiyê, lê belê qismet, me masiyên xal sor negirtin me cureyeke din girtin. Ev der gelekî xweş e."
Welatî diçin gola Kulpê tora xwe diavêjin avê û li benda masiyan disekinin. Ev masiyên dikevin torê de ji bo masîgiran dibe tiştekî taybet û wextê xwe jî bi girtina masiyan derbas dikin.
Seyfullah Kaya-Masîgir- dibêje:"Bi giştî ev masî li vir mezin dibe. Lê belê nifşên wan ji ber nezaniya nêçîrê ya millêe me her kêm dibe. Mînak macirê bikartînin, lê belê divê wisa nekin ji ber ku ev masî wekî derman bikartînin. Miletê me divê mijarê de bila hindekî bihest û qiymetê wan bizanîbin."
Masîgir û masîfiroş dibêjin; nifşên van masiyan ji ber ku welatî bi awayekî nezanî û ne di dema xwe de neçira wan tê kirin ber bi nemanê ve rûbirû dimînin. Daxwaza wan ew e ku ev masiyên ku nikarin di behran de mezin bibin û tenê di golên bakurê Serhadê de mezin dibin; bikeve bin parastina dewletê