Li Kobanê teqînek li kargeheke çek û mayînan rûda

Ew kargeha çek û teqemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye .

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Kobanê navçeya El-sewamih li ser rêya bajarê Helebê teqeneke bihêz li kargeheke çek û teqemeniyan rûda.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Kobanê ragehand ku, li Kobanê îro berbanê bi sedema pirsgirêkeke kehrebê teqîneke bihêz li kargeheke çek û teqemeniyan rûda, heta niha ti encamên zelal derbarê qurbaniyan de nehatine ragihandin.

Peyamnên K24ê da zanîn ku, ew kargeha çek û teqemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye .

Çalakvanên civaka sivîl li ser torên civakî ragehandin ku, ew teqîn ji dûr ve heta 50ê K.m hate bihîstin. Aşkere kirin jî, piştî teqînê agireke mezin jî çê bû û ku tîmên agirkujê ew agir kontrol kirin.

Navçeya El-Sewamih 15e K.m ji bajarê Kobanê dûr e.