Li başurê Minbicê 6 gund hatin rizgarkirin

Operasyon berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî bidawîbûna operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Bakur ve û destpêkirina operasyonê ji aliyê başure, Encûmena Leşkerî ragehand ku wan 6 gund li başurê Minbicê rizgarkirine.

Li gor peyamnêrê K24ê li wê deverê Encûnema Leşkerî ya bajarokî Minbicê li başurê bajêr her yek ji gundê Hîza, Kedro, Romane, Şêx Ibîd, Mistahe û Cib Mihmed, herwiha hin zeviyên derdorê ji destê DAIŞê rizgar bikin.

Şervanên Encûmenê da zanîn ku, di encama şerûpevcûnan de 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 8 termên wan jî di destê şervana de man.Li gor şervanan di her du rojên borî de 10 gund li wê deverê hatine rizgarkrin.

Berî niha Encûmena Leşkerî ya Minbicê dawîbûna operasyona rizgarkirina bakurê wî bajarî ragehandibû, aşkere kir bû ku, operasyona başurê Minbicê dest pê kiriye.