Colemêrg weke parêzgeh ma
Herwiha welatî hêvîdikin ku bi vê biryarê carek din prosesa çareseriyê bê destpêkirin.
K24-Navena Nûçeyan
Ev çend mehin li wê yaseyê nîqaşên tund hebûn ku parêzgeriya Colemêrg û Şirnaxê dihate betalkirin. Piştî têkoşîn û çakaliyên Coılemergî û Şirnaxiyan hikûmetê gava xwe bi paş ve kişan û ew yase bi şûn de kişand. Biryar bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.
Li Tirkiyê beriya 8 mehan Serokwezirê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu betalkirina parêzgehbûna Colemêrg û Şirnêxê anîbû rojevê û li ser vê yekê nîqaşên tund dest pê kirin. Pişti ku ev mijar wek pêşnûma radestî Parlementoya Tirkiyê hate kirin. Her du bajaran şandeyên xwe amade kirin û digel partiyên siyasî dest bi hevdîtinan kirin û her wiha li Enqerê çalakiyên cûda cûda jî hatin li dar xistin. Colemergî û Şirnaxî di çalakî û hewldanên xwe de bi ser ketin û ne hiştin ku bajarê wan bibe navçe.
"Ev biryara parlementoyê keyfa me pê xweş e. Ew kesên ku alîkarî dane me em wan jî pîroz dikin, keyfa me pê wan jî xweş e û vê biryara parlementoyê em gelekî baş dibînin. Me diwêt ku Gever û Cizîr ew jî bibin parêzgeh."
Piştî biryar hate betalkirin welatî û saziyên sivîl yê Colemêrgê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku her çiqas betalkirina yaseyê li cem wan cihê kêfxweşiyê be jî ji ber berdewamiya şer û pevçûnên li bajarên din yên bakurê Kurdistanê ew şahiyên pîrozbahiyê li dar naxin.
"Ji bo Colemêrgê pêngeveke gelekî baş hate avêtin. Partiyên siyasî û saziyan pêngevekî xweş avêtine. Em gelekî dilxweş kirin. Ji bo vê çendê em ji hemûyan re sipas dikin. Bi taybetî saziyên me yên sivîl çûn Enqerê xebateke baş kirin em wan jî pîroz dikin."
Şêniyên Colemêrgê bang li rayedarên şaredariyê û saziyên sivîl kirin ku îro şûn de ji bo Colemêrgekî baştirîn xebatên xwe bidin destpêkirin. Herwiha welatî hêvîdarin ku bi vê biryarê carek din prosesa çareseriyê bê destpêkirin.