Li Hesekê taxên Giwêran û Neşwe hatin kontirolkirin
Ji hefteya borî de şer dest pê kiriye.
K24-Navenda Nûçeyan
Şeva borî şerûpevçûn careke din di nabera Asayişa Rojav û YGê ji aliyekî û hêzên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîmê ve dest pê kir, di encam de şervanên Yekîneya Parastina Gel(YPG) karîn taxa Giwêran û Neşwe yên li rojhelatê Hesekê ji destê rejîmê derxînin.
Peyamnên K24ê li bajarê Hesekê ragehan ku, şer heta niha bi giranî berdewam e, hêzên Kurdî bi pêş ve diçin û karîn taxa Giwêran û Neşwe yên li rojhelat ji destê rejîmê derxînin.
Ev heftiyeke şerûpevçûn li bajarê Hesekê berdewam e, di encamê de heta niha zêdetirî 47 kesan canê xwe jidest dane, ji nava wan 27 sivîl in, herwiha ji nava wan jî 11 zarok in. herwiha bi dehan kes birîndar bûn û bi hezaran jî koçber bûne.