Serokê Encûmena Leşkerî ya Cerablusê hat kuştin
Serokê Encûmena Leşkerî ya Cerablusê Ebdilsetar El-Cadir li gundê Şiyox ya Kobanê hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Encûmena Leşkerî ya Cerablusê Ebdilsetar El-Cadir li gundê Şiyox ya Kobanê hate kuştin.
Peymanêrê K24ê li Kobanê ragihand, duh li gundê Şiyox ya Kobanê Serokê Encûmena Leşkerî ya Cerablusê Ebdilsetar El-Cadir bi guleya nîşanvanekî hate armanckirin, piştre li nexweşxaneyê El-Cadir canê xwe jidest da.
Li gor nûçeyeke “ANHA” ku piştî ragihandina damezrandina Encûmena Leşkerî ya Cerablusê bi 3 demjimêran, El-Cadir bi guleya nîşanvanekî Dezgeha Îstixbara Tirkiyê (MIT) hate kuştin.
Herwiha hat ragihandin, piştî bûyerê 2 endamên MITê ji aliyê heman encûmenê hatin girtin û lêkolîn bi wan re tê kirin.
Duh, jêderkî ji opozîsyona Sûriyê ragihandibû ku, çekdarên opozîsyonê di bin ala Artêşa Azad (Bi piştevaniya Tirkiyê) de di çend rojên bê de ji nava xaka Tirkiyê re êrîşî Cerablusê dikin.
Encûmena Leşkerî ya Cerablusê jî hişyarî da ku destêwedana Tirkiyê ji Cerablusê re dagîrkirin e û aramiya Sûriyê têk dide.
Herwiha Duh, peyamnêrê K24ê li Kobanê ragihand, topxaneya Tirkiyê pêgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Minbicê topbaran kir.
Ev yek di demekê de tê, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihandibû, di 6 mehên bê de li Sûriyê pêşhateyên nû dê rû bidin û gelek tişt dê bên guhartin.
Herwiha tê çaverêkirin ku derbarê bûyera kuştina El-Cadir de Encûmena Leşkerî ya Cerablusê daxuyaniyekê belav bike.
