Larîcanî: Geşt a firoke yên Rûsyayî li bingeh a Hemedanê newestaye

Elî Larîcanî, serok ê perleman a Îranê, evro ragehand: Geşt ên firoke yên Rûsyayî li bingeh a asmanî ya Noje ya Hemedanê heya niha newestaye.

K24- Hewlêr

Elî Larîcanî, serok ê perleman a Îranê, evro ragehand: Geşt ên firoke yên Rûsyayî li bingeh a asmanî ya Noje ya Hemedanê heya niha newestaye.

Gotin ên Larîcanî di demkê de ye ku duhî wezaret a derve ya Îranê bi fermî ragehand: Rûsyayê dawî hînaye bi bikarhînan a bingeh a Noje û hemû firoke yên wê ji ax a Rûsyayê hatîye vekişandin.

Her girêdayî evê pirsê, wezîr ê berevanî ya Îranê, Husên Dehqan beranber bi Larîcanî got: Pirs a firoke yên Rûsyayê girdayî bi perlemanê ve nîne û ev jî bersive a tund a Larîcanî jê çêbû.