“Ti tevgera YPGê li rojavayê çemê Feratê tune ye”

Berpirsekî Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê dibêje, ti tevgera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li rojavayê çemê Feratê tune ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê dibêje, ti tevgera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li rojavayê çemê Feratê tune ne.

Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Îbrahîm Îbrahîm ragihand ku, encûmenên leşkerî yên xwecihî li Minbic û Cerablusê têne bihêzkirin, lê ti tevgera YPGê li wan deveran tune ye.

Fermandarê grûpa çekdarên opozîsyona Sûriyê ya bi navê Sultan Murad ji “Rueters” re ragihand ku, YPGê hêzên xwe berve Minbicê dişîne û çeperên xwe li Minbicê bihêz dike.

Îbarhîm amaje bi wê yekê kir jî, piştî rizgarkirina Minbicê ti hebûna YPGê li rojavayê çemê Feratê tune ye û YPGê li rojhilatê çemê Feratê ye.

  

Fly Erbil Advertisment